BI DÎMEN

'Min dilê xwe li çiyê neqişand' bi Yewnanî hate wergerandin

Pirtûka rojnivîskê ya 'Min dilê xwe li çiyê neqişand' a şehîd Gûrbetellî Ersoz bi Yewnanî hate wergerandin.

Berhema ji rojnivîskên navbera salên 1995-1997'an a derhênera rojnameya Ozgur Gundemê ku derhêna yekemîn a jin a li Tirkiyeyê bû Gûrbetellî Ersoz ji aliyê Weşanxaneya Agra ve hate çapkirin ku weşanxaneya herî mezin a Yewnanistanê ye.

Di pirtûka bi Yewnanî de du pêşgotinên cuda hene ku ji aliyê rojnamevan Ferda Çetîn û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn ve hatiye nivîsandin.

Wergera pirtûkê bi qasî 7 salan dewam kir. Ji bo danasîna pirtûkê li Atînayê çalakiyek hate lidarxistin. Akademîsyen Îrînî Antonarahoû, Katîa Zagartîtoû û Mûrat Issi weke qiseker beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Mûrat Issi pirtûk îmze kir û çalakî bi dawî bû.