Mêlenchon bi biryar e bibe namzetê çep a Fransayê

Jean-Luc Mêlenchon, ku bi soza bicihanîna polîtîkayên çep xwe ji hilbijartina Serokkomariyê ya li Fransayê re amade dike, da xuyakirin, ku ew ê bi ti awayî hevkariyê bi partiya desthilatdar re neke.

Endamê Partiya Çep (Partî de Gaûche) Jean-Luc Mêlenchon ku li gorî anketan di nava namzetên 'çep' de yê herî zêde destekê dibîne, banga piştgiriyê ya bernamzetê Partiya Sosyalîst (PS) bi zimanekî tund rexne kir.

Mêlenchon li bajarê Pêrîgûêûxê ji hezaran hilbijêrên xwe re axivî û banga destekê ya Benoît Hamon ku ji tûra duyemîn a pêşhilbijartina roja Yekşemê re maye, bibîr xist. Mêlenchon diyar kir, di tûra duyemîn a roja Yekşemê de serketina Hamon an jî Serokwezîrê berê Manûel Valls ji bo wan nayê ti wateyê û anî ziman, ew ê destekê nede namzekî gengaz ê PS, ku di sala 2008'an de jê qut bûbû.

Mêlenchon, bernamzet Benoît Hamon rexne kir û da xuyakirin, ku Hamon kengî deste da wî hingî dikare 'baxive'.

TI ŞENSÊ NAMZETÊ PARTIYA DESTHILATDAR NÎNE

Jean-Luc Mêlenchon ku di sala 2008'an de ji PS qut bû û bi sûdgirtina ji Dîe Lînke ya Elman partiya Çep ava kir, di tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê ya sala 2012'an de ji sedî 11,1 ê dengan girtibû. Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) jî destekê dide Mêlenchon, ku ev partî xwedî girseyeke girîng a hilbijêran e. Li gorî anketan wê ji sedî 13 heta 15'an deng bigire.

Li gorî anketên dawî, namzetên gengaz ên PS a li ser desthilatdariyê Manûel Valls ji sedî 9-10, nûnerê baskê çep a partiyê Benoît Hamon jî ji sedî 8-9 ê dengan digire.

Emmanûel Macron jî ku di meha Tebaxê de ji wezîfeya xwe ya wezaretiyê îstifa kir, tê texmînkirin ku ji sedî 15 heta 20 rêjeya dengê wî heye. Macron xwe ne li aliyê rast, ne jî li aliyê çep bi nav dike.