Meclîsa Nûneran bû ya Demokratan, Senato jî ya Komargeran

Encamên destpêkê yên hilbijartina navbera ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê eşkere dibin.

Dengdêrên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê doh ji bo hilbijartinên navberê çûn ser sindoqan. Dengdêran ji bo 35 endamên Senatoyê û 435 endamên Meclîsa Nûneran dengê xwe dan.

Li gorî encamên destpêkê, Demokratan 178 kursî li Meclîsa Nûneran, Komargeran jî 168 kursî bi dest xistin. Tê payin ku Demokrat li aliyê rojava dengekî zêde bigirin. Û heta niha tê dîtin ku Demokratan 24 kursî ji Komargeran standine.

Demokrat piştî heyşt salan li Meclîsa Nûneran bûn serdest. Senato jî kete destê Komargeran.

Li herêma 10. a eyaleta Vîrgînîayê ku Serokê DYA Donald Trûmp di hilbijartinên 2016'an de bi ferqeke zêde lê bi ser ket, namzeta Partiya Demokrat Jennîfer Wexton ji bo Meclîsa Nûneran hate hilbijartin.

Li herêma 27. a Florîdayê namzeta Partiya Demokrat Donna Shalala bi ser ket. Bi vî rengî Demokratan herêmeke din a ku di Meclîsa Nûneran de di destê Komargeran de bû, bi dest xistin.