Maduro: Di Noelê de alavên elektronîk qebûl nekin

Serokê dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro, ji ber teqîna alavên ragihandinê yên li Lubnanê bang li hikûmet û alîgirên xwe kir ku diyariyên Noel ên elektronîk qebûl nekin.

Daxuyaniya Nîcolas Maduro li ser televîzyon û radyoyan hat weşandin. Maduro got, “Diyariyên elektronîk qebûl nekin. Li hemberî telefonan baldar bin.”

Maduro, ji hemû "wezaret, sazî û şîrketên dewletê" xwest ku di dema pîrozbahiyên Noelê de ji bo diyariyan giranî bidin kirîna ‘karên destan û pêlîstokên li Venezuelayê hatine çêkirin.’

Nîcolas Maduro ku bi awayekî nîqaş di 28'ê Tîrmehê de ji nû ve hate hilbijartin, dîroka pîrozbahiyên Noel ên Venezuelayê weke 1'ê Cotmehê diyar kir.

Roja Sêşem û Çarşemê bi sedan alavên ragihandinê ku ji aliyê Hîzbûllah a Lubnanê ve dihatin bikaranîn, li seranserî Lubnanê teqiyan û di encamê de 37 kes mirin, nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûn.