Madûro bi biryar e ku Meclîsa Damezrîner ava bike

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, ku mûxalefeta rastgir ji bo îstifaya wî ev çend meh in xwepêşandanan lidar dixe, da xuyakirin ku ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû ew bi biryar e Meclîsa Damezrîner ava bike.

Li paytexta Venezûela Caracasê, bi dirûşma "Li dijî faşîzm, şîdet û nefretê" çalakiyek bi navê "Meşa neteweyî ya Mezin" hate lidarxistin. Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro di çalakiyê de axivî û ragihand, ku xebatên ji bo Meclîsa Damezrîner dest pê kirine. Madûro diyar kir, ew dixwazin destûreke nû ya bingehîn amade bikin û got, li her şaredariyê wê meclîsa damezrîner hebe.

Madûro destnîşan kir, ji bo pêşî li şîdeta li welêt were girtin, pêwîste Meclîsa Damezrîner yekser dest bi kar bike û îlan kir, ku ev meclîsa wê destûra bingehîn a nû amade bike, 'afirî' ye.

JI HER BAJARÎ Û JI HER KOMÊN CIVAKÎ-ABORÎ WÊ MIROV CIHÊ XWE DI NAV DE BIGIRE

Meclîsa Damezrîner wê ji 364 endaman pêk were, ku di nava wan de wê nûnerên karker, cotkar, masîgir, xwendekar, astengdar, xwecihî, teqawît, sektora kar û komunan hebin.

Madûro ragihand, çi biçûk çi jî mezin wê li her şaredariyê meclîsa damezrîner hebe û bi saya vê yekê wê xwe hîn bêhtir bigirînin demokrasiyê.

PIŞTÎ HILBIJARTINA YEKSER WÊ DI NAVA 3 ROJAN DE BÊ RAGIHANDIN

Li gorî agahiyên ji aliyê Madûro ve hatin dayin, endamên Meclîsa Damezrîner wê di asta herêmî de bi dengdana veşartî bên hilbijartin û ev endam jî wê ji mirovên herî kêm 18 salî yên li lîsteyên hilbijartinê qeydkirî ne, pêk werin. Piştî diyarikrina endamên ji herêman û sektoran bên hilbijartin, wê Meclîsa Damezrîner piştî 3 rojan ava bibe.

Biryara avakirina Meclîsa Damezrîner xwe dispêre xala 347. a destûra bingehîn a Bolîvarî, ku ji bo guhertina dewletê destûrê dide avakirina meclîseke bi vî rengî.