Lûkaşenko: Heke êrişî Rûsyayê were kirin wê Belarûs têkeve şer

Serokê Dewleta Belarûsê Alexandr Lûkaşenko diyar kir heke êrişî Rûsyayê were kirin ew ê Belarûs jî têkeve şer.

Di vê pêvajoyê de aloziya di navbera Rûsya û welatên rojava de zêde dibe, Belarûsê jî diyar kir ew piştgiriyê dide Rûsyayê.

Rûsya li ber sînorê Ûkraynayê bi deh hezaran leşker bi cih kiriye. Belarûs a ku piştgiriyê dide Rûsyayê jî dibe ku li ber deriyên Yekîtiya Ewropayê tatbîkatên leşkerî bike.

Alexandr Lûkaşenko diyar kir heke êrişî Rûsyayê were kirin wê şer çêbibe.

Lûkaşenko got “Ji bo parastina ax û welatê xwe em ê serî hildin. Di vî şerî de wê tu kes bi ser nekeve û wê her kes têk biçe.”

Serokê Dewleta Belarûsê diyar kir ku aloziyên heyî yên Ewropayê krîtîk e û heke şer pêk were ew ê axa xw eji Rûsyayê re vekin.

Lûkaşenko got “Heke êrişî Belarûsê were kirin wê bi sed hezaran leşkerên Tirk li vir in. Wê tevî bi sed hezaran leşkerên Belarûsê vê axê biparêzin.”

Di dema hilbijartina sala 2020’an de ku çalakiyên protestoyê pêk hatibû, ji bo sekinandina çalakiyan Rûsyayê piştgiriyeke mezin dabû Belarûsê.