Lîderên Şîa daxuyanî dan

Hêza milîs a Iraqî Haşdî Şabî ya alîgirê Îranê hin Iraqî sûcdar kir ku agahiyên der barê Qasim Silêmanî dan DYE'yê.

Haşdî Şabî ragihand, ku ew texmîn dikin agahiyên der barê Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mûhendîs ji aliyê Iraqiyan ve ji DYE'yê re hatine ragihandin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku balafira Silêmanî ji paytexta Sûriye Şamê di 2'ê Çileyê saet di 23:00 de daketiye Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê.

Haşdî Şabî ragihand ku Mûhendîs ne di balafira Silêmanî de bû, lê belê ji bo wî pêşwazî bike çû balafirgehê û ew texmîn dikin ku agahiyên îstîxbaratê ji aliyê hin Iraqiyan ve ji DYE'yiyan re hatine ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş ji aliyê balafirên şer ên bêmirov ên Emerîkî ve nîvê şevê hatiye kirin û hate ragihandin, dema ku wesayit bi rê ketin û gihîştin ber deriyê derketina ji balafirgehê bûyer rû da.

NASNAMEYA KESÊN DIN ÊN HATIN KUŞTIN

Hate ragihandin ku tevî Silêmanî û Mûhendîz zavayê Silêmanî û Berpirsyarsê têkiliyên bi gel re yê Haşdî Şabî Mûhammed Riza Cabîrî, Hasan Abdulhadî, endamên Haşdî Şabî Haydar Alî, Mûhammed eş Şîbanî û Samir Abdullah di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

SADR: EM AMADE NE

Lîderên Şîa daxuyaniyên cuda dan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Destpêkê lîderê Tevgera Sadr a Iraqê Mûqteda Sadr daxuyanî da û got, "Ji ber şehîdxistina Haci Qasim Silêmanî em sersaxiyê ji hikumeta Îranê re dixwazin."

Sadr anî ziman ku Tûgaya Saraya Selam û Artêşa Mehdî amade ne û got, "Êrişa li dijî Silêmanî êrişa li dijî cîhadîstan û şoreşgeran e.

Lîderê Şîa ragihand ku hêzên wan ji bo parastina Iraqê amade ne.

AMÎRÎ BANGA YEKÎTIYÊ KIR

Fermandarê Tûgaya Bedir a Haşdî Şabî û Fermandarê Giştî yê Haşdî Şabî Hadî Amîrî bang kir û got, "Bila hêzên neteweyî yên li welêt hemû bi yek bin."

Amîrî ku lîderê Koalîsyona Fetih a li Parlamenta Iraqê ye ji bo derxfistina leşkerên Emerîkî ji Iraqê bang li hêzÂen neteweyî hemûyan kir ku li heman eniyê bibin yek.

GAZALÎ: EM Ê DI DEMEKE NÊZ DE DESTKETIYÊN MEZIN BI DEST BIXIN

Lîderê koma milîsê Şîa Asayîb Ehlî Hak Kayis Gazalî jî got, "Şehîdxistina Silêmanî û Ebû Mehdî Mûhendîs encameke xwezayî ye, lê belê wê windakirin bibe para DYE û Îsraîlê. Berdêla xwîna Ebû Mehdî Mûhendîs ê bibe têkçûna DYE'yê, berdêla xwîna Silêmanî jî wê bibe dawiya Îsraîlê."

Gazalî bang li mûcahîtan kir ku amade bin û diyar kir ku wê di demeke kurt de destketiyeke mezin bi dest bixin.