DYE'yê Qasim Silêmanî kuşt

Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ji hêla DYE'yê ve hate kuştin.

DYE'yê ragihand li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê piştrast  kir ku Silêmanî hatiye kuştin.

DYE'YÊ PIŞTRAST KIR

Wezareta Berevaniyê ya DYE'yê (Pentagon) piştrast kir ku bi operasyoneke wan Silêmanî hatiye kuştin û diyar kir, "Ji kuştina bi sedan Emerîkiyan û endamên koalîsyonê û ji birîndarkirina bi hezaran ji wan berpirs bû."

HEMANEY PEYAMA 'TOLHILDANÊ' DA

Lîderê dînî yê Îranê Elî Hemaney derbarê kuştina Silêmanî got, "Çûye bihiştê, wê toleke giran ji sûcdaran were hilanîn" û li Îranê 3 roj şîn ragihand.

Yekîneya Ewlehiyê ya Îranê bi asta bilind ji bo ku piştî mirina Silêmanî gavên ku bavêjin kom dibe.

Wezîrê Karê  Derve yê Îranê Cevad Zarîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, "Ev çalakiyeke terorîstî ya navneteweyî ye."