Alozî û rageşiya piştî kuştina Silêmanî rû da mezin dibe

Piştî ku DYE'yê generalê payebilind ê Îranê Qasim Silêmanî û fermandarê Haşdî Şabî kuşt, daxuyanî li dû hev tên dayin.

Bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trûmp li balafirgeha Bexdayê di 2'ê Çileyê de bi fuzeyan şefê Hêzên Qûdsê yên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê general Qasim Silêmanî û fermandarê hêza milîsên Iraqî Haşdî Şabî yên alîgirê Îranê Ebû Mehdî El Mûhendîs hatin kuştin.

ÎRANÊ FERMANDAREKÎ NÛ TAYÎN KIR

Rejîma Îranê demeke kurt piştî kuştina Silêmanî fermandarekî nû ji bo Hêzên Qûdsê tayîn kir. Lîderê olî Alî Xamaney di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand û got, "Piştî şehîdê serketî Qasim Silêmanî, ez general Îsmaîl Qaanî dikim fermandarê Hêzên Qûdsê."

NERAZÎBÛNA MOSKOWA, ŞAM Û HÎZBÛLLAHÊ

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku kuştina Silêmanî wê rageşiya li herêmê mezin bike û diyar kir, "Silêmanî dilsozê berjewendiyên Îranê bû û bi vî rengî xizmet dikir. Em ji dil sersaxiyê ji gelê Îranê re dixwazin."

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî destnîşan kir, "Ev êrişa namerdane ya Emerîkayê wê biryardariya ji bo şopandina modela van şefên vê berxwedanê zêde bike."

Lîderê tevgera Hîzbûllahê ya Lubnanê Hasan Nasrallah jî got, "Cezakirina kujerên sûcdar wezîfe û berpirsyariya şervan û berxwedêrên li tevahiya dinyayê ye."

PEKÎN Û LONDONÊ JI BO KÊMKIRINA RAGEŞIYÊ BANG KIRIN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shûang got, "Di serî de DYE em bang li aliyan hemûyan dikin ku xwe ji alozî û rageşiyên nû vegirin, bi xwînsarî tevbigerin û aramiyê biparêzin."

Hikumeta Îngiliz jî ji bo kêmkirina rewşa aloz û rageşiyê bang kir.

HÛSÎ: ÇARESERÎ BERSIVDANA BI RENGEKÎ LEZGÎN E

Milîsên Hûsî yên Yemenî jî ku Îran piştgiriya wan dike, xwestin ku bi lezgînî bersiv bê dayin. Rayedarê payebilind ê buroya siyasî ya Hûsiyan Mûhammed Alî El Hûsî got, "Em vê bûyera kuştinê şermezar dikin. Çareserî ew e ku bi rengekî lez û rast bersiv bê dayin." Hûsiyan di sala 2014'an de di serî de paytext Sana beşeke mezin a Yemenê bi dest xistin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Yemenê krîza herî giran a dinyayê heye.

NETANYAHÛ LI ÎSRAÎLÊ VEGERIYA

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ku li serdana Yewnanistanê bû piştî kuştina Silêmanî serdana xwe bi dawî kir û vegeriya welatê xwe. Netanyahû li Atînayê bi Yewnanistan û Qibrisê re peymana luleya gazê îmze kiribû. Îsraîlê her wiha navenda kaşkirinê ya li platoya Golanê ya li ser sînorê Sûriye û Lubnanê stasyona girt.

SÎSTANÎ: SEDEMEKE MAFDAR NÎNE

Otorîteya Şîa ya herî bilind a li Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî ji bo êrişa li dijî Silêmanî got, "sedemeke mafdar nebû." Nûnerê Sîstanî li Kerbelayê daxuyaniyek da û ji bo êrişê got, "Binpêkirina serweriya Iraqê bi rengekî vekirî ye." Bi sedan kesên li daxuyaniyê guhdarî kirin dirûşma "Mirin ji Emerîkayê re" qîriyan.