Lîderê Hong Kongê ji gel lêborîn xwest

Lîderê Hong Kongê Carrîe Lam ji ber ku rê li ber  yasaya ku bû sedema nîqaşan ji gel lêborîn xwest. 

Carrî Lam daxuyaniya çapemeniyê da û got, ji bber yasaya ku ,''Di nav civakê de bû sedema nîqaşan, lihevnekirinan û fikaran'' qebûl kir ku ''berpirsyariya mezin' li ser wî ye.

Serokê hikûmetê yê Hong Kongê Lam got, ''Ez ji dil ji hemû gelê Hong Kongê lêborînê dixwazim''. Lam, Yekşemê jî lêborîn xwestibû.

Hikûmet ji ber mijara projeya yasayê li gel ku bi paş ve gav avêtibû jî, li herêma bi nifûsa 7,4 milyonan, nêzîkî 2 milyon kesî Yekşemê derketibûn kuçeyan, xwestibû ku pêşnûmeya yasasyê bi temamî were kişandin.

Pêşnûmeya ku têkilî dersînorkirinan guherîn vedihewand, armanc dikin ku kesên gumanbar, li gel 20 welatên ku beriya niha di peymanê de hebûn, wê bi hêsanî bişandana Çîn, Macao û Teywanê.

Ji ber ku Komara Gel a Çînê jî tevlî nav pêşnûmeya yasayê hatibû kirin, fikar zêde bûbûn. Hong Kong ku koloniya berê ya Ingilîz bû, di serî de xweseriya wê û pergala cihê ya edlî, bi şertê ku azadiya wê were mîsogerkirin bi ser Çînê ve hatibû berdan. Li gorî herêmên din ên  Çînê, gelê Hong Konê ku xwedî azadiyên berfireh e, naxwaze ku rejîma Çînê bi ti rengî serwer bibe.