Lîderê El Qaîde yê Nîvgirava Ereb hate girtin

Li gorî rapora ku dane ber Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî lîderê El Qaîde yê Nîvgirava Ereb Xalid Batarfî (Ebû Mîqdat El Kindî) Cotmeha bihurî li Yemenê bi operasyoneke hatiye girtin.

Rapora NY'ê Pêrşembê ji raya giştî re hate aşkerkirin. Li gorî raporê ku dane ber Konseya Ewlehiyê, Cotmeha 2020'an bi operasyona li bajarê El Mehra ya Yemenê li navenda El Xeyda Halîd Batarfî hate girtin.

Hate ragihandin di eynî opersyonê de Saad Atîf el Qluquî hatiye kuştin.

Di belgeyê de nayê diyarkirin bê ka Batarfî ji hêla kê ve hatiye birin û aqûbeta wî çiye.

Lê  ev belge bi wesfê daxuyaniyeke fermî ye ku Batarfî hatiye girtin. Beriya niha jî îdîayên wiha hatibûn gotin lê nehatibûn piştrastkirin.