Li zozanên Colemêrgê amadekarî ji bo zivistanê tê kirin

Li gelek zozanên Colemêrgê yên li derveyî herêmên qedexekirî ne, kesên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên ji bo zivistanê kirin.

Jinên Colemêrgê bi penêr, rûn û berhemên din ên ji sewalên ku li zozanan xwedî dikin debara xwe dikin.

Penêr, rûn, şîr û mastê ku amade kirin, dixin bîdonan. Piraniya van berhemên xwe li bajêr difiroşin, yên mayî jî zivistanê dixwin.

Zeynep Ozer diyar kir ku ev kar ji pêşiyên wan mane û got, li zozanan ew bi hev re kar dikin. Ozer destnîşan kir ku ew naxwazin jiyana li zozanan bi dawî bibe.

Hamîde Îhtiyatoglû jî bal kişand ser şert û mercên zehmet ên li zozanan û anî ziman, ew neçar in vî karî bikin ku karibin debara xwe bikin. Îhtiyatoglû diyar kir, li Colemêrgê karekî din nîne ku bê kirin û got, "Bi van berheman em debara xwe dikin. Em di nava şert û mercên giran de dixebitin. Salekê em îdare dikin. Tevî her tiştî jî jiyana li zozanan xweş e. Em ê jî vê jiyanê bidomînin."