Li Zelandaya Nû ji ber bahozê 4 kes mirin
Li Zelandaya Nû ji ber ba û bahozê keştiyeke masîgiran noqî binê avê bû. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Zelandaya Nû ji ber ba û bahozê keştiyeke masîgiran noqî binê avê bû. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li peravên herêma Northlandê ya li bakurê vî welatê komgiravî, keştiyeke masîgir ji ber bahozê noqî binê avê bû. Polîsan ragihandin ku cenazeyên çar kesan ji nava avê hatine derxistin.
Bahoza ku berê xwe da başûrê welêt, bandoreke giran li mezintirîn bajarê vî welatî li Aucklandê kir. Li bajêr lehî jî rabû.
Ji ber lehiyê rê û dibistan hatin girtin, çûn û hatine deryayî rawestiya.
Tê payin ku bahoz danê nîvro bigihêje bajarê Hamiltonê.
Servîsên meteorolojiyê asta alarmê betal kirin, lê belê hate ragihandin ku heta dawiya hefteyê wê ba û baran dewam bike.