Li Yewnanistan li dijî koma çapemeniyê ya Skaî yê êrîşa bombeyî

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi bombeyekê êrîşî avahiyeke ya koma radyo-televîzyon a taybet hate kirin.

Li gorî polîsan di êrîşa li ser avahiya koma Skaî yê xisar gihiştiye dîwarê wê. Di teqînê de ti kes birîndar nebûye.

Hikûmet got, ‘êrîşeke terorî ye’ û şermazer kir. Serokwezîr Alexîs Twîpras jî got: “êrîşeke li dijî demokrasiyê ye.” Polîsên antî-terorê dest bi lêpirsînê kirin.

Teqîn piştî îxbareke di saet 02:30’î ya sibehê bi 45 deqeyan bi şûnde pêk hatiye.

Skaî ya yek ji koma çapemeniyê yên herî girîng ên welat e, aîdî malbata Alafoûzosê ye

Di demên dawî de li Yewnanistanê li dijî komên çapemeniyê, wezîran, saziyên cemawerî û nûnerên dîplomatîkan êrîş zêde bûne. Piraniya êrîşan jî komên çepgir ên redîkal a nî anarşîst li xwe digirin.