Li Yemenê di êrîşan de 5 kes mirin, 6 jî birîndar bûn
Li Yemenê di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilistanê de ku li dijî Hûsiyan hate kirin, herî kêm 5 endamên Hûsî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
Li Yemenê di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilistanê de ku li dijî Hûsiyan hate kirin, herî kêm 5 endamên Hûsî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
Berdevkê Hûsiyan Yahya Saree li ser hesabê X'ê daxuyaniyek da û got, "Dijmin Emerîka-Îngilistanê li paytexta Sanaa û wîlayetên Hûdeyde, Taîz, Hacca û Saadayê 73 êrîş pêk anîn."
Berdevk ragihand ku 5 endamên Hûsî di êrîşan de hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Her wiha hişyarî da ku wê êrîşkarî bê bersiv nemîne.