Şerê Îsraîl-Hamasê pengizî Yemenê: DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin

DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin ku Hûsî bi armanca 'piştevaniya' bi Fîlîstîniyan re demeke li Derya Sor êrîşê dibin ser karên deryayî. Moskow, Pekîn û Tehranê nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Hûsiyan gef xwarin.

Çar rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Reutersê re axivîn û diyar kirin ku balafirên hêzên hewayî yên DYE û Îngilistanê şeva Pêncşemê saet di 00:30'î de ji bo li Hûsiyên li Yemenê bixin rabûn.

Ji keştî û keştiyên binê avê yên li herêmê ne, fuzeyên Tomahawkê hatin avêtin. Li bendergeha Hûdeydeyê û paytext Sanaayê dengê teqînên mezin hate bihîstin.

BÎDEN HIŞYARÎ DA

Serokê DYE'yê Joe Bîden piştî demeke kurt piştrast kir ku DYE û Îngilistanê bi rengekî serketî êrîş birin ser hin hedefên li Yemenê.

Bîden ev êrîş bi 'armanca parastinê' pênase kir. Serokê Emerîkayê her wiha hişyarî da ku ji bo parastina Emerîka û bazirganiya navneteweyî, eger pêwîstî pê hebe wê hîn tedbîrên cuda jî werbigirin.

AWÛSTRALYA, BAHREYN, KANADA Û HOLLANDAYÊ JÎ PIŞTGIRÎ DAN

Serokê DYE'yê anî ziman ku ev operasyona weke bersiva li êrîşên li ser keştiyên bazirganiyê yên li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e, ji Awûstralya, Bahreyn, Kanada û Hollandayê piştgirî wergirtiye.

RÎSHÎ SÛNAK: PÊWÎST Û BI PÎVAN BÛ

Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sûnak îdîa kir ku êrîşên "pêwîst" û "bi pîvan" hatiye kirin.

Sûnak got, "Tevî ku civaka navneteweyî gelek caran hişyar kir, Hûsiyan êrîşên xwe yên li Derya Sor dewam kirin. Vê hefteyê jî êrîş birin ser keştiyên şer ên Îngiliz û Emerîkî. Nabe ku bi vî rengî dewam bike (...) Ji ber vê yekê di çarçoveya parastina rewa de me tedbîreke bi sînor, pêwîst û bi pîvan wergirt."

PENTAGON: JI BO TÊKBIRINA HÊZA HÛSIYAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Aûstîn anî ziman ku ji bo kapasîteya êrîşa li ser keştiyên li bazirganiyê yên li Derya Sor ev êrîş hatin kirin. Hate ragihandin ku êrîş li ser radar, binesaziya fuze û balafirên bêmirov hatiye kirin.

Şefê Pentagonê got, "Ev operasyon ji bo têkbirina hêza Hûsiyan a gefxwarina li ser bazirganiya navneteweyî hate kirin."

Rayedarekî payebilind ê leşkerî yê DYE'yê jî bi daxuyaniyekê got, "Ji bo kêmkirina rîska zerara li sivîlan, bi muhîmatên hesas li deverên gelekî hesas êrîş li ser hedefên gelekî hesas hate kirin."

HÛSIYAN CAREKE DIN GEF XWARIN

Qenala televîzyonê ya Hûsiyan Al Massîrah ragihand ku êrîşên hewayî li ser paytexta Yemen Sanayê û bajarên Hûdeyde û Saada yên di bin kontrola Hûsiyan de ne, hatiye kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Hûsiyan Huseyîn El Ezzî got, "Em bi êrîşeke mezin a Emerîka û Îngilîstanê ya bi keştî, keştiyên binê avê û balafiran re rû bi rû ne."

El Ezzî got, "Divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Brîtanya Mezin amade bin ku berdêleke giran bidin û encamên giran ên van êrîşan pêşwazî bikin."

BERDEVKÊ HÛSIYAN: HINCETEKE MAFDAR A ÊRÎŞÊ NÎNE

Berdevkê Hûsiyên li Yemenêw Mûhammed Abdul Selam got, "Yemen li ser bazirganiya li derya sor a navneteweyî gef nîne, lewma hinceteke mafdar a vê êrîşê nîne. Keştiyên ku hatin hedefgirtin keştiyên Îsraîlê û keştiyên diçûn bendergehên li Fîlîstînê ya dagirkirî."

LI DERYA SOR JI 7'Ê COTMEHÊ Û VIR VE ÊRÎŞ ZÊDE BÛN

Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve, raperînerên Hûsî yên nêzî Îranê ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Fîlîstîniyên li Xezeyê û li Derya Sor êrîş zêde kirin.

DYE, li vê herêma ku ji sedî 12 ê bazirganiya cîhanê lê tê kirin, bi îdîaya parastina trafîka deryayê meha Kanûnê keştiyên şer li herêmê bi cih kir. Her wiha koalîsyoneke navneteweyî ava kir.

Destpêka vê hefteyê hêzên DYE û Îngiliz li Derya Sor 18 balafirên bêmirov û 3 fuzeyên Hûsiyan xistin xwarê. Washîngton îdîa dike kue v êrîş êrîşeke tevlîhev e ku ji aliyê Îranê ve hatiye plankirin.

EREBISTANA SIÛDÎ BI FIKAR E

Erebistana Siûdî ya cîran ragihand ku ew ji bûyerên li Yemenê 'bi fikar in' û banga 'berpirsyarî û xwînsariyê' kir. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Siûdî de hate ragihandin ku ew êrîşên hewayî yên li hin herêmên Yemenê û operasyonên leşkerî yên li Dreya Sor bi fikar dişopînin û bang hate kirin alozî neyê girankirin.

MOSKOWÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DYE Û ÎNGILISTANÊ DA

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê roja Înê bi daxuyaniyekê êrîşên DYE û Îngilistanê şermezar kir û diyar kir ku tedbîr dibe sedema zêdebûna aloziyê.

ÇÎNÊ FIKARÊN XWE ANÎ ZIMAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Nîng got, ew ji bilindbûna aloziya li Derya Sor bi fikar in. Nîng got, "Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku aram bin û pêşî li belavbûna şer bigirin."

ÎRANÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR

Berdevkê Wezareta Karên Derve ay Îranê Nasir Kananî jî got, ew êrîşên DYE û Îngilistanê yên li ser hin bajarên cuda yên Yemenê bi tundî şermezar dikin.

Fransayê jî bi daxuyaniyekê êrîşên Hûsiyan şermezar kir û xwest, dawî li van êrîşan bîne.