Li Yemenê agirbesta ji bo du mehan kete meriyetê
Li Yemenê, agirbesta ku ji bo du mehan hate ragihandin, kete meriyetê.
Li Yemenê, agirbesta ku ji bo du mehan hate ragihandin, kete meriyetê.
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî Hans Grundberg ragihand, ku agirbesta ji bo du mehan roja Şemiyê saet di 19:00 de ketiye meriyetê. Grundberg got, "Ji vê êvarê û pê ve (Êvara Şemiyê) divê êrişên hewayî, bejahî û deryayî hemû bisekinin."
Şerê li Yemenê di navbera Hûsiyan ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên hikumetê ku Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî piştgiriyê jê re dike, diqewime.
Di çarçoveya agirbestê de ku roja destpêkê ya meha Remezanê rast hat, wê destûr bê dayin ku 18 keştiyên petrolê xwe bigihînin bendergeha Hudeyde ya li rojavayê welêt û du balafirên bazirganî xwe bigihîne paytext Sanayê.
Qada hewayî û rêyên deryayî yên Yemenê di bin kontrola Koalîsyona Ereb de ne. Tenê ji balafirên Neteweyên Yekbûyî re destûr tê dayin ku xwe li paytext Sanayê daynin. Hûsî ji ber vê yekê dibêjin "dorpêçî" heye û nerazîbûnê nîşan didin. Bendergehên Sana û Hudeyde jî di bin kontrola Hûsiyan de ne. Bendergeh ji bo gihandina alîkariya mirovî gelekî girîng e.
Grundberg anî ziman ku di navbera nûnerên Koalîsyona Hûsî Koalîsyona Ereb hevdîtin bê kirin ku ji bo sivîl karibin bi serbestî tevbigerin rêyên Taîzê yên li başûr rojava bêne vekirin.
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî got, "Serketina vê hewldanê bi daxwaza aliyên şerker ve girêdayî ye bê çiqasî agirbestê bi cih tînin û dixwazin tedbîrên însanî pêk bînin."