Li YE'yê agahiyên kesan bi hêsanî dikarin werin bidestxistin

Li gorî pêşniyarnameyekê ku YE'yê qebûl kiriye, agahiyên kesan ên têkilî hevdîtinên di ser amûrên elektronîk ên ragihandinê re, bi daxwaza welatekî endam rasterast ji hêla şîrketan ve wê bikaribin bidin.

Nav heftiyê li gorî pêşniyarnameyek ku li civîna wezîran a Dadê ya YE'yê ya li Brûkselê pêk hatî, bi daxwaza welatekî endam agahiyên kesan ên mîna e-maîl, Whatsapp'ê wê bikaribin werin destxistin. Li gorî vê saziyên lêpirsîna edlî ya welatekî YE'yê bêyî ku destûrê ji saziyên welatên din bixwaze rasterast bi şîrketên telekomunaskoyonê wê bikaribin van agahiyan bi dest bixin.

Bi vê pêşniyarê re, ku di serî Elmanya hin welatan li dij derketine, agahiyên têkilî welatiyan, bêyî ku hewceyî bi destûra welatê lê dijî, rasterast wê bikaribin bidin rayedarên welatên din ên YE'yê.

Ev rêbaza ku bêhtir di lêpirsînên têkilî terorîzm û zarokrevandinê wê sazkar bibe, fikaran bi xwe re tîne.