Li YE’ê wê ji bo cîhazên mobîl ên bi aqil yek şarz bê bikaranîn

Parlementerên Ewropî û 27 wekatên endam ên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku wê beriya demsala Payîzê ya sala 2024’an ji bo cîhazên mobîl ên bi aqil, wê tenê yek şarz bê bikaranîn.

Parlementoya Ewropayê di daxuyaniya dayî de ragihand ku biryar hatiye girtin ku hilberînker kî dibe bila bibe, divê heta demsala Payîzê ya sala 2024’an ji bo cîhazên mobîl ên bi aqil derbasê sîstema yek şarzî bin.

Her wiha Yekîtiya Ewropayê (YE) wê sîstema yek şarzî ji bo pirtûkxwanên elektronîk, makîneyên wêneyan ên dîjîtal, berguhk, kaske, konsolên lîstokên mobîl û hoparlorên pratîkî ferz bike.

JI BO GELÊN MEZAXKER Û DERDOR 

Wê ev sîstema ku ji bo hemû cîhazên elektronîk noqteya girêdana USB-C’yê pêk bîne, parastina derdor û mafên mirovên mezaxker ên ku neçar dimînin ji bo cîhazên xwe yên cuda şarzên cuda berhev bikin, hedef dike.

Her çiqasê gelek cîhaz bi vê teknolojiyê hatibin gurcûpêçkirin jî, lê tenê detayek rewşê diguherîne. Ji ber ku girêdayî hêza şarza cîhazê, hemû ne xwedî berhemdariyek wekhev in. Apple ku bi teknolojiya xwe ya şarza lîghtnîng tê naskirin û demek dirêje li dijî şarza cîhazê ya gerdûnî derdikeve, ji bo ÎPad’ên nû derbazî USB-C’yê bû.

Di raporek a Parlementoya Ewropayê de wiha hate gotin: “Ev îcadên nû, wê bibe sedem ku cîhazên şarzê wê zêdetir ji nû ve bên bikaranîn û wê ji bo mezaxkerên ku salê 250 mîlyon Eûro ji bo şarza cîhazan xerc dikin, alîkar be. Tê payîn ku şarzên cîhazan ên nayên bikaranîn û tên avêtin, salê nêzî 11.000 ton bermahiyên elektronîkî îfade dike.”

Yekîtiya Ewropayê (YE) her wiha plan dike ku ji bo şarzên cîhazan ên bê kablo jî çareseriyekê bibîne. YE ji bo ku pirsgirêk bi hêsanî derbazî teknolojiyek nû nebe, dixwaze vê teknolojiyê jî bike gerdûnî.