Li Xezzeyê êrîş: Herî kêm 4 Hamasî hatin kuştin

Di êrîşên piştî îdîayên êrîşên sekvanî yên ji Gezzeyê ya Îsraîlê destpê kirî û şûn de, herî kêm 4 endamên Hamasê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di bomberdûmana bi balafir û tankan a li ser Xezzeyê de, 4 milîsên endamên Tûgaya Îzzeddîn El Qasim ê Hamasê kuştine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hamasê ve hate kirn, di êrîşa Îraîlê de herî kêm 4 endamên wan hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku ji Şerîda Xezzeyê jî herî kêm 3 moşek hatine avêtin, hate îdîakirin ku ji van moşekan 2 bi dronana hatiye îmhakirin.

Yekîneyên Hamasê jî destnîşan kirin ku nuqteyên leşkerî beriya êrîşên Îsraîlê vala kiribûn.

Li dijî êrîşan bi hezaran Filistînî ber bi herêma sînor a navbera Xezze û Îsraîlê dest bi meşê kirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bi Wezîrê Parastinê, Serferamandarê Giştî û gelek rêveberên leşkerî re civîneke ya ewlekariyê lidar xistine.