Li Xezeyê hejmara miriyan bû 40 hezar
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve dewam dikin de, hejmara miriyan gihişte 40 hezarê.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve dewam dikin de, hejmara miriyan gihişte 40 hezarê.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku ji dema şerê li dijî Îsraîlê destpê kirî û vir ve hejmara kesên li ser xaka Fîlîstînê mirine, gihişte 39 hezar û 929’an.
Di daxuyaniya ji aliyê wezaretê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 32 kes mirin û hat gotin ku ji 7’ê Cotmehê ve 92 hezar û 240 kes li Xezeyê birîndar bûne.