Li xeta Enqere-Atînayê çi dibe?

Rageşiya di navbeyna Yewnanîstan û Tirkiyê de zêde dibe. Tirkiye du leşkerên Yewnan ên ku rehîn girtine bernade, rêveberên Atînayê helwesta xwe tund dikin. Sedema krîza van heftiyên dawî çiye?

Van heftiyên dawî krîza di navbeyna Tirkiyê û Yewnan de di medyaya Yewnan de gelek caran dibe manşet. Têkilî her ku diçin rageştir dibin.

‘MEHEKE DIJWAR A NÎSANÊ’

Rojnameya navendî ya çepgir Ta Neas dawiya heftiyê bi sernavê ‘Bi Tirkiyê re meheke Nîsanê ya dijwar’ bal kişande ser têkiliyên rageşî. Rojnameyên din jî bi heman vegotinan cih dane krîza Tirk-Yewnan. Rojnameya navendî ya çepgir got Tirkiye bi qest dixwaze bûyereke bi bandora ‘çirûsk’ê derxîne.

Arîşeyên di navbeyna du welatan de ne nû ne. Hin jê bi paşerojeke deh salan e. Tim dertên holê û dibine sedema zêdebûna rageşiyan. Yek ji van meseleyan jî Qibris e. Nîvê Qibrisê bi dehan salan e ku di bin dagirkeriya Tİrk de ye. Li dora giravê van demên dawî xebatên derxistina petrol û gazê zêde bûne. Beriya bi du mehan Tirkiyê nehişt ku keştiyeke Italyayê ya koma enerjiye ENI’yê derbas bibe.

Tirkiye beriya bi demekê careke dî mijara zinarên Kardakê, bê ka ya kê ye anî rojevê. Krîza Kardarkê 1996’an Tirkiye û Yewnan anîbû ber şer. Van demên dawî gelek caran li vê herêmê rageşiya leşkerî çêbû.

Herî dawî beriya bi du mehan Tirkiyê du leşkerên Yewnan bi hinceta ku sînor bezandine rehin girtin. Tirkiye her çendî bezandina sînor bike hincet jî, di ber berdana van leşkeran de ji bo ku 8 leşkerên ku ji Tirkiye reviyane dixwaze, ev rewşa rehînkirinê piştrast dike. Piştî hewldana darbeye ya 2016’an hin leşkerên Tirk reviyabûn û xwe li Yewnan girtibûn. Yewnanîstan qebûl nake ku van leşkeran bide Tirkiyê. Hikûmeta Atînayê jî nerazîbûna xwe nîşan dide ji berk u leşkerên ku hatine rehînkirin û leşkerên ku îltîca kirine bi hev ve werin girêdan.

ÇÎPRAS: JIYANA MIROVAN NEKE ŞANTAJ

Serokwezîrê Yewnanîstanê Çîpras ji rojnameya Ducumento re axivî û got, ‘’Jiyana însên û azadiya însên ji bo lîstikên desthilatdariyê ne piyon in û ne malzemeya şantajê ye, divê wiha neyê bikaranîn.’’

Çîpras got, ‘’Berê dema li ser dewriyê leşkerên Tirk ku çend metroyan derbasî xaka Yewnan bûn, me berdan. Em heman tiştkî ji Serokkomarê Tirk jî hêvî dikin.’’

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Yewnan Gîorgos Katrougalos ji Euronewsê re axivî , got ji ber sedema zêdebûna rageşiya li Egeyê ew bi fikar in û got, ‘’Ji ber ku bi berpirsyariya Tirkiyê zêdebûna rageşiyê dibe ku qezayekê bi xwe re bîne.’’

Katrougalos got, ‘’Biya min Tirkiye ji bo ku bûyerekê derxîne bi qest wiha dike. Tirkiye dizane ku li Egeyê nikare di şer de bi ser bikeve. Ji bo vê jî, ti sedem tine ku bi gavên xwe bûyerê bîne rewşeke wiha.’’

YE’YÊ ÇALAKIYÊN ÎLLEGAL ÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIR

Yekîtiya Ewropayê, bi 28 welatên endam 24’ê Adarê civiya û bi helwesta ‘çalakiyên îllegal’ ên Tirkiyê yên li Behra Spî nayên qebûl kirin, helwesta Tirkiyê şermezar kir. Yekîtiyê bi bîr xist ku dive Tirkiye ji hiqûqa navnetewî re û cîrantiyê re hurmetdar be û bang kir ku têkiliyên xwe Komara Qibrisê jî di nav de, bi welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê re baş bike.

TÊKILIYA KRÎZÊ BI EFRÎNÊ RE ÇIYE?

Wezîrê Parastinê Panos Kammenos ji rojnameya Liberation a Fransayê re axivî u got, “Tirkiye li ser Yewnanistanê zexteke mezin çêdike.” Kammenos diyar kir ku di nava salekê de Tirkiyeyê binpêkirina sînorên Yewnanistanê yê behrê ji sedî 45 û binpêkirina qada hewayî ya jî ji sedî 48 zêde kiriye.

Kammenos got ku, “Dibe ku rewşeke neyînî pêk were. Dema qada hewayî were binpêkirin em balefirên xwe didin kêleka balefirên Tirkiyeyê yên ku qada me binpê kirine. Ji ber vê jî dibe qezayek çêbibe. Ne bi tenê ji bo Yewnanistanê divê em ji bo Ewrûpayê jî axa xwe biparêzin.”

Li gorî wezîrê Yewnanistanê sedema vê aloziyê rewşa li Sûriyeyê ye. Kammenos got ku, “Ji ber rewşa li Sûriyeyê û şerê li dijî Kurdan ev tişt çêdibe. Tirkiye li Efrînê gelek pirsgirêkan dijî û dixwaze kela xwe di serê Yewnanistanê de derxe.”

Wezîrê Parastinê diyar kir ku Tirkiye xebatên derxistina gazê ya li nêzî Kıbrısê bloke dike û got, “Tirkiye dixwaze wekî li Sûriye û Iraqê, li Kıbrıs û Behra Egeyê jî wisa tevbigere. Lê Kıbrıs û Yewnanistan ne welatên Rojhilata Navîn e.”

DI ROJNAMEYAN DE REXNEYÊN TUND HENE

Di rojnameyên Yewnan de li dijî Tirkiyê helwesteke tund heye. Li gel rojnameyên çepgir, baskê mihafazakar jî li dijî Tirkiyê bi rexneyên hişk in. Rojnameya baskê mihefezakaran, Kathîmerînî got, ‘’faktora êrîşkariya berbiçav a Tirk ku gotin di guhê wan re naçe’’. Ji ber vê sedmê jî rojname dibêje dive Yewnanîstan bi cîranên xwe yên Balkan re bi têkiliyeke baş be, ji ber ku dibe ku li herêmê nearamî geş bibe.

Televizyona dewletê ya Yewnan ERT, rewşa ku Erdogan du leşkerên rehin girtî yên Yewnan û 8 efserên Tirk ên ku îltîca kirine, bi hev ve girêdide ‘’daxuyaniyeke provakatîf’ bi nav kir.

Hin rojnameyan di serî de Wezîrê Parastinê, helwesta hikûmeta Yewnan rexne kir. Ji ber ku Kammenos van demên dawî zimanekî şerkir bi kar tîne ev di rojnameyên çepgir û liberal de bû sedema rexneyan. Rojnameya Lîberal Fîleleftheros got, ‘’Kammenos lîstika şer dilîze’, rojnameya çepgir The Parthenon Pos bal kiaşnde ‘pêşbaziya helwesta tund’ di navbeyna Wezîrê Berevaniyê û Serokkomarê Tirk de. Rojnameyê gotina Kamenos bi bîr anî, ku gotibû, ‘’Erdogan bi temamî dîn bûye. Mirov bersivê nade dînan’’. Zimanê Erdogan ê ne dîplomatîk jî li gel vê helwestê hate danîn. Serokwezîr Aleksîs Çîpras jî bi daxuyaniyekê xwest ku dawî li vî şerê gotinan were.