Li Venezûelayê xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê: Herî kêm 2 kes hatin kuştin

Li Venezûelayê, di xwepêşandanên dijî Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro de, xwepêşandêr û polîs bi hev ketin. Herî kêm 2 kes mirin.

Di xwepêşandanên partiyên rastgir de, ku li parlamentê serdest in, şer derket. Alîgirên Madûro jî li gelemperiya welêt daketin kolanan. Di xwepêşandanan de, di navbera polîsan û çalakgeran de şer derket.

Di bûyeran de li paytext  Caracasê 1, li rojavayê welêt bajarê San cîrstobalê jî xwepêşandêrekî din jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê 'êrîşkarên bi motorsîklet ve' di dema xwepêşandanan de hatine kuştin.

Di xwepêşandanên alîgirê Nîcolas Madûro de, ku bi hezaran kes beşdar bûn, alên Amerîka hatin şewitandin.

Partiyên mûxalîf ên li parlamentê serdest in, ji krîza heyî ya aboriyê, polîtîkayên Hûgo Chavez, ku Nîcolas Madûro didomîne, berpirsyar dibînin. Mûxalefetê, ji bo Madûro ji wezîfeyê bê girtin par îmze ji bo referandûmê kom kiribû, lê belê ji ber ku beşek ji van îmzeyan sexte derket, pêvajoya referandûmê hatibû sekinandin.