Li Venezuelayê elektrîk careke din hate birîn

Li paytexta Venezuela Caracasê û beşeke mezin a welêt elektrîk careke din hate birîn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) û şahidên ku di medya civakî de eşkere kirin, şeva Sêşem-Çarşemê elektrîk li gelemperiya Venezuelayê hate birîn. Elektrîk li beşeke mezin a paytext Caracasê û 18 ji 23 eyaletan hate birîn.

Ne hikumetê ne jî şîrketa elektrîkê ya neteweyî Corpoelecê li ser mijarê daxuyanî dan. Mûxalîfê rastgir Juan Guaido ku piştgiriyê ji DYE'yê werdigire, pirsgirêkên li xizmeta cemaweriyê kir hincet û bang li gel kir ku roja Çarşemê dakeve kolanan.

Ji 7'ê Adarê ve li Venezuelayê elektrîk tê birîn. Ev yek bandorê li belavkirina avê, ragihandin, şebekeyên telefonê û înternetê dike.

Serokdewlet Nicolas Maduro diyar dike ku ji ber êrîşên elektro manyetîk, sîber û fîzîkî elektrîk tê birîn. Maduro bi taybetî DYE'yê sûcdar dike û dibêje ku li pişt van êrîşan DYE heye.

Tevî vê yekê li Venezuelayê gelek caran elektrîk tê birîn. Mûxalefeta rastgir û pispor diyar dikin ku tesîsên elektrîkê nebaş in, lewma elektrîk tê birîn.