Li Ukraynayê şer didome, amadekariya muzakereyên nû tê kirin
Artêşa Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê bomberdûman dike. Hêzên Ukraynayê jî Donetsk bomberdûman kir, herî kêm 20 kes mirin. Li gorî texmînan wê muzakereyên nû werin kirin.
Artêşa Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê bomberdûman dike. Hêzên Ukraynayê jî Donetsk bomberdûman kir, herî kêm 20 kes mirin. Li gorî texmînan wê muzakereyên nû werin kirin.
Şerê ku di 24’ê Sibatê de dest pê kiribû, tevî muzakereyan didome. Li gorî servîsên alîkariya lezgîn a Ukraynayê Rûsyayê li Kîevê avahiyek bomberdûman kir û herî kêm kesek mir û 12 kes jî birîndar bûne. Li derdora paytextê şerekî giran heye û hêzên Rûsyayê jî hewl didin dorpêçkirina li dora Kîevê tengtir bikin.
Balefirên Ukraynayê li herêma Donetsk da. Hate ragihandin di êrişê de herî kêm 20 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.
Rûsyayê jî roja Yekşemê li Lvîvê ya li ser sînorê Polonyayê baregeheke leşkerên biyan bomberdûman kiribû û herî kêm 35 kes miribûn.
BÎLANÇOYA ŞER
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji serê şer û heta niha 2,7 milyon kes ji Ukraynayê derketine.
Rayedarên Kîevê roja Şemiyê bîlançoyek weşandibû û diyar kiribû nêzî 1300 leşkerên Ukraynayê mirine. Moskovayê jî herî dawîn di 2’ê Adarê de bîlançoyek weşandibû û diyar kiribû 498 leşkerên wan mirine. Li gorî texmînên Pentagonê di şerê 14 rojan de di navbera 2 û 4 çar hezar leşkerên Rûsyayê mirine.
Li gorî NY jî 596 kesên sivîl mirine lê li gorî texmînan bîlançoya rastîn girantir e.
MUZAKEREYÊN NÛ
Li aliyekî şer didome û dibe ku vê Duşemê muzakereyên nû werin kirin. Kîevê diyar kir di van hevdîtinan de ew dixwazin agirbest were îlankirin û Rûsya hêzên xwe vekişîne.