Li Ûkraynayê helîkopter ket xwarê: 5 kes mirin
Li herêma rojhilat a Ûkraynayê ku car carna şer lê dewam dike, helîkopterek ket xwarê. Hat ragihandin, di bûyerê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li herêma rojhilat a Ûkraynayê ku car carna şer lê dewam dike, helîkopterek ket xwarê. Hat ragihandin, di bûyerê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya artêşa Ûkraynayê, helîkoptera leşkerî li cihekî nêzî komuna Malînîvka ya li nêzî bajarê Kramatorskê ketiye. Hat ragihandin, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku 3 jê personelên helîkopterê bûn.
Artêşa Ûkraynayê îdîa kir, ku helîkopter ji ber qezayê ketiye. Ji ber ku helîkoptera bi tîpa Mî-2 li cihekî nêzî herêma di kontrola serhildêrên Rûs de ye ket xwarê, gumana li ser êrîşê zêde kir.
Ji Nîsana 2014'an û vir ve di navbera yekîneyên alîgirê Rûsyayê û artêşa Ûkraynayê de şer diqewime. Heta niha zêdeyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.