Li Tîmora Rojhilat gerîlayekî berê bû serokê dewletê

Francîsdo Gûterres ê bi nasnavê Lû-Olo ê li Tîmora Rojhilat berê gerîla, ji bo serokatiya dewletê hate hilbijartin.

Encamên tûra yekem a hilbijartina ji bo serokatiyê duh li Tîmora Rojhilat hate kirin, hate eşkerekirin. Francîsdo Gûterres ê bi nasnavê Lû-Olo yê berê gerîla ji sedî 57 dangan bidest xist û ji bo serokatiya dewletê hate hilbijartin. Komîsyona Hilbijartinê ya Tîmora Rojhilat, diyar kir ku di tûra yekem de hilbijartina serokê dewletê li welat nîşana aramiyê ye. Ji ber ku Gûterres ê ji sedî 57’ê dengan bidest xist,wê hilbijartina tûra duyemîn pêk neyê.

Gûterres li welat weke favoriyê du partiyên mezin kete hilbijartinê. Li pêşberî Gûterres jî Wezîrê Perwerdehiyê Antonîo de Candeîcao hebû. Candeîcao jisedî 33’yê dengan bidest xist.

Gûterres ê ku wê erkê ji serokê berê yê dewletê TaûrMatan Rûak bigire, wê bi pirsgirêkên zehmet re têkoşînê bike. Ji ber çavkaniyên petrolê yên li welat bi temamî çikiyane, di vê bi Awûstralyayê re li ser petrol û çavkaniyên gazê peymanan îmze bike.

Rojhilat ê li navîna Girava Tîmor hatî avakirin, piştî dagirkeriya 24 salan a Endoneziya û şûnde di sala 2002’an de serxwebûna xwe îlan kiribû.