Li Tel Avîvê bi deh hezaran kesî hikumeta Netanyahû şermezar kirin

Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê roja Şemiyê bi deh hezaran kesî hikumeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû şermezar kirin û daxwaza radestkirina dîlgirtiyên li Xezeyê kirin.

Mîna hefteyên derbasbûyî vê Şemiyê jî li bajarê herî mezin ê Îsraîlê li Tel Avîvê bi deh hezaran kes li hev kom bûn û hikumeta Netanyahû şermezar kirin. Girseya gel ku bi alên Îsraîlê dakete qadan pankartên bi nivîsa "Wezîrê Sûc" û "Şer bisekinînin" hildan.

Amadekaran ragihandin ku 150 hezar kes tevlî xwepêşandanên roja Şemiyê bûn û ji destpêka şerê li Xezeyê û vir ve weke kombûna herî girseyî pênase kirin.

Hin xwepêşandêran ji bo rewşa li welêt şermezar bikin ku weke 'mirina demokrasiyê' pênase dikin, li Qada Demokrasiyê ya li bajêr li ser erdê bi rengê sor xwe dirêj kirin.

Serokê berê yê rêxistina ewlekariya hundirîn a Îsraîlê Shîn Bet Yûval Dîskîn ji girseya gel re axivî û Netanyahû weke 'Serokwezîrê herî nebaş ê Îsraîlê' pênase kir.

Şerê dawî li Xezeyê, êrişa Hamasê ya 7'ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê bû sedem. Li gorî daneyên fermî di êrişê de piraniya wan sivîl 1.194 kes hatin kuştin. Li gorî artêşa Îsraîlê jî ji 251 kesên ku ji aliyê Hamasê ve hatin revandin 116 kes hîn jî li Xezeyê ne û ji wan 41 kes hatin kuştin.

Îsraîlê piştî vê êrişê soz da ku Hamasê tine bike û dest bi şerekî giran û metirsîdar kir. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê heta niha piraniya wan sivîl 37 hezar û 551 kesan jiyana xwe ji dest dan.