Li Tacîkistanê bi 6.8 pileyî erd hejiya
Li rojhilatê Tacîkistanê bi mezinahiya 6.8 pileyî erd hejiya. Piştî 20 deqeyan li heman herêmê vê carê bi mezinahiya 5.2 pileyî erdhejeke din pêk hat.
Li rojhilatê Tacîkistanê bi mezinahiya 6.8 pileyî erd hejiya. Piştî 20 deqeyan li heman herêmê vê carê bi mezinahiya 5.2 pileyî erdhejeke din pêk hat.
Enstîtuya Sîsmolojiyê ya Emerîkayê (USGS) ragihand ku bi dema herêmî saet di 05:37'an de bi 20.5 kîlometre li binê erdê bi mezinahiya 6.8 pileyî erd hejiya.
USGS'ê diyar kir, erdê ku ji ber erdhejê şemitî bandor li kesî nekiriye.
Li gorî agahiyan, navenda erdhejê herêma Badahşan a nîv xweser e.
Ev herêma ku nifûsa wê kêm e, bi çiyayên Pamîrê dorpêçkirî ye.