Li Svazîlandê semînera ‘Edalet ji gelê Kurd re, azadî ji hevrê Ocalan re’

Partiya Komunîst a Svazîlandê (Communist Party of Swaziland-CPS) bi navê ‘Edalet ji gelê Kurd re, azadî ji hevrê Ocalan re’ semînerek li dar xist.

Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî ya CPS’ê Tîtûs Vîlakatî di destpêka semînerê de axivî. Vîlakatî  di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo wan girîng  e û anî ziman ku ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku pêşengtiya doza azadiyê dike û rewşa hemû girtiyên siyasî hîn bibin, semînereke wisa li dar xistine.

Serokê Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) Mahmûd Patel jî hatibû vexwendin. Patel di pêşkêşiya dîtbarî de qala şer kir ê ku dewleta Tirk ji serê Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta niha bi piştgiriya navneteweyî dike. Di beşa duyemîn de jî li ser dîroka PKK’ê, berxwedana wê û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê têkoşînê de nirxand.

Her wiha li ser rola CIA, Mossad û NATO'yê ya di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de, hate sekinandin. Patel bal kişand ser pergala Îmraliyê ya ku 24 sal in Rêberê Gelê Kurd pê re rû bi rû maye û ji bo ku rewşa Rêber Apo baş were fêmkirin bal kişand ser pêvajoyên di dema rejîma Apartheîd a Afrîkaya Başûr de.

Sekreterê Navneteweyî yê CPS'ê Pîûs Vîlakatî diyar kir têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têkoşîna wan e û bi yekîtiya gelan wê ev tişt pêk were. Vîlakatî diyar kir ji ber şoreşa jinaên Kurd xurt bû, dewleta Tirk Sakîne Cansiz qetil kir.

Beşdaran jî diyar kirin ku divê CPS ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têbikoşe û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Partiya Komunîst a Swazilanê bi salan e li welêt li dijî monarşiyê têdikoşe.