Li Sumatrayê bi himeta 6.2'yan erd hejijî

Li bakurê girava Sumatra ya Endonezyayê bi himeta 6.2'yan erd hejijî, bi kêmanî 2 kes mirin.

Li gorî enstîtûya sîsmolojiyê ya Emerîkayê USGG'yê li eyaleta Sumetraya Rojava,  70 kîlometre dûrî bajarê Bukîttîngiyê 12 kîlometre li kûrahiya erdê bi himeta 6.2'yan erd hejijî. Hate ragihandin saet 02:35'an erd hejijiye.

Rayedaran diyar kirin bi kêmanî 2 kes mirine, bi qasî 20 kesan jî birîndar bûne.

Piştî erdhejê ji bo tsûnamiyê alarm nedan, Rîau û eyaleta Bakurê Sumatra jî bi erdhejê hisiya.