Konseya Serdest biryarnameyek weşand û ragihand, "Rayedarên Sûdanê biryar wergirtin ku sendîkayên pîşeyî hemûyan betal bikin." Rêxistinên pîşeyî yên hatin betalkirin weke piştevanên Omer El Beşîr tên dîtin.
Konseyê her wiha biryar wergirt ku sendîkaya parêzeran betal bike û ji nû ve hilbijartin lê bê kirin.
Rayedaran ji bo desteserkirina hebûneyên Partiya Kongreya Neteweyî ku partiya Beşîr bû û di dawiya meha Mijdarê de hate betalkirin, komîsyonek ava kir.
Ev biryarên konseyê bi daxwazên tevgera gel pêk hatin. Sendîkaya rojnamevanan nerazîbûn nîşanî biryarê da û ragihand, ku ew biryarnameyê nas nakin û li dijî vê yekê wê têbikoşin.
Konseya Demkî ya Serdest ji leşkeran û sivîlan pêk tê.