Li Sûdanê ji ber lehiyê 63 kes mirin

Li Sûdanê ji meha Tîrmehê û vir ve ji ber lehiyê 63 kes mirin.

Li gorî saziya Parastina Sivîlan ji meha Tîrmehê û vir ve 63 kes ji ber lehiyê mirine.

D daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 14 hezar û 18 mal û 119 avahî rûxiyane, xisareke mezin gihiştiye 16 hezar û 240 malan.

Li Sûdanê di navbera mehên Hezîran û Cotmehê de baran zêde dibare.

Li gorî Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) di sala 2019’an de baranê bandor li ser 400 hezar kesan kir. Li gorî rapora saziyê îsal jî lehiyê bandor li 185 hezar kesan kiriye.