Li Sûdanê di êrîşa li dijî sivîlan de zêdeyî 200 kes mirin
Li Sûdanê di sê rojên dawî de hevkarê berê yê artêşê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşan pêk tîne. Hat ragihandin ku di van êrîşan de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Li Sûdanê di sê rojên dawî de hevkarê berê yê artêşê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrîşan pêk tîne. Hat ragihandin ku di van êrîşan de zêdeyî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Komeke parêzeran ku xwe weke alîgirê demokrasiyê didin naskirin, diyar kir ku HPL'ê “li herêmên ku leşker lê nînin, êrîşî sivîlên bêçek kiriye” û înfaz, revandin û talan pêk anîne.
Di daxuyaniya roja Sêşemê hatî dayîn de, hat diyarkirin ku li Eyaleta Nîl a Spî ya li başûrê Sudanê êrîşî du gundan hate kirin û zêdeyî 200 sivîl hatin kuştin. Hat ragihandin ku jin û zarok jî di nav qurbaniyan de hene.
Li Sûdanê ji Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera artêşa di bin lîdertiya General Abdul Fettah el-Burhan û HDK’ê de, pevçûnên tund didomin. Ev şer bû sedemê mirina bi deh hezaran mirovan û her wiha bû sedem ku zêdeyî 12 milyon kes ji cihên xwe bibin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî êrîşên li ser tesîsên tenduristiyê, hişyarî kir û ragihand ku di nava wexteke kêmî 40 rojan de 13 êrîş pêk hatin û di van êrîşan de 79 kes hatin kuştin, 59 kes jî birîndar bûn.