Li Sûdana Başûr di navbera sivîl û leşkeran de şer: 127 kes mirin

Li bakurê Sûdana Başûr di navbera ciwanên civakeke herêmî yên ku nedixwestin çekê xwe teslîm bikin û leşkeran de şer çêbû. Di van şeran de 127 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Sûdana Başûr di rojên dawîn de di navbera ciwan û leşkeran de şer çêbû.Di van şeran de 82 kesên sivîl û 45 leşker mirin.

Ev şer roja Şemiyê li eyaleta Warrapê destpê kir. Ciwanên civaka Gelwengê red kirin ku tevlî operasyona berdana çekan bibin û tê diyarkirin ku girtine ser benda leşkerî ya li Romîkê. Di van şeran de 32 leşker birîndar bûn, hejmara birîndarên civaka Gelwengê jî nehate hînbûn.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Tora Çalakiyên Sûdana Başûr daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:a “Me di demên berê de dît ku hikumet bêyî ku planeke parastinê çêbike, sivîlan bêçek dike. Piştre civakên ciwan êrîşî vê civakê kirin.”

Tora Çalakiyan bang li hikumetê kir ku bila şaşiyên xwe dubare neke.