Li Stûttgartê li dijî şer çalakî: Çekan nefiroşin Tirkiyeyê!

Organîzasyonên li Elmanya yên li dijî şer û çekan, li Stûttgartê mîtîngek kirin, ji bo aştiyê banga rabûna ser lingan hate kirin.

Li pêşiya ‘Abîdeya Azadiyê’ ya li Qada Schlossplatezê saet 16:00-17:00’an di dirûşma ‘Ji faşîzmê re na, ji şer re na, li şûna bi çekkirinê, bêçekkirin’ hate kirin. Di çalakiyê de peyama ‘Afganistan û Tirkiye ne welatên bi ewle ne, rêkirina koçberan bidin sekinandin” hate kirin.

Parlemetera Partiya Dîe Lînke Heîke Haensel firotina çekan a ji bo Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Ez firotina çekan a ji bo Tirkiye û Erebîstana Siûdî weke qetil dibînim. Bi vê yekêm em dibin hevkariya êrîşên Tirkiye ya li ser Rojava. Bomberdûmanên niha tên kirin dîsa dorpêça li ser Efrînê kir ku bi sed hezaran mirov ji warên xwe neçarî koçkirinê bê kirin. Evqas bûyer diqewimin çapemenî jî nakin rojev.”

 Haensel bibîr xist ku niha rejîma Erdogan a Rojava bombe dike, li Bakurê Sûriye û Rojava qirkirina civakî dike, Kurdan ji cihê wan dikin û koçberan bi cih dikin. Haensel got: “Erdogan bi vê yekê dixwaze projeya xwerêveberiya demokratîk a gelan a Rojava tine bike. Erka dikeve ser milê me em rêgiriya vê bikin; ji bo rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê divê zext li meclîsa federal bê kirin, divê firotina çekan bidin sekinandin.”

Haensel got: “Bi firotin çekan a ji bo Tirkiye û Erebîstana Siûdî, dibin hevkarên qetlîamên ku dikin.” Haensel nerazîbûn nîşanî êrîşî li Afganistanê tê kirin û got: “Ez dikarim niha bêjim, Afganistan ne welatekî bi ewle ye. Li wir her roj mirov tên kuştin.”

Di mîtîngê de nûnerê HDK-A jî axivî û destnîşan kir ku di êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê de jî zarokeke 6 salî hate qetilkirin. Nûnerê HDK-A’yê anî ziman ku bi rojan e Rojava tê bombe kirin û nerazîbûn nîşanî hevkariya welatên YE ya ji bo Tirkiyeyê kir.

Jamal Maksûdî ê şêwirmendiya koçberên Afganî dike jî got: “Li Afganistanê her tim şer e. Ev rewş bi salan e heyî. Ji bo wê şandina koçberan a ji bo Tirkiyeyê û Afganistanê rewşekî gelek metirsîdar e. Ji ber ku ne Afganistan û ne jî Tirkiye welatên bi ewle ne.”

Nêrgiz a Afganî ya 12 salî jî bi metna xwendî anî ziman ku Afganistan ji bo zarokan ne bi ewle ye.