Li Srî Lankayê xetereya birçîbûnê: Hikûmet ji NY’ê alîkarî xwest

Srî Lanka ji bo depoyek ji berhemên xwarinê yên bingehîn pêk bîne, ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza alîkariya lezgîn kir.

Hikûmeta Srî Lankayê, hişyariya xetereya birçîbûnê da û daxwaza alîkariya lezgîn ji Neteweyên Yekbûyî kir.

Srî Lanka ji serxwebûnê vir ve krîza aborî ya herî dijwar dijî. Li welat bi enflasyona heyî re ku bi buhabûnê re du qat zêde bûye, li welat niha krîza sotemenî, xwarin û dermanan heye.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ji bo "bersiva krîzê ji rewşa awarte ya xwarinê" re plansaziyek pêşbîn dike. Di vê çarçoveyê de dê alîkariya aborî ji bo sektora çandiniyê ya li bajaran bê kirin.

Hilberîna birincê ya neteweyî, sala borî ji nîvî kêmtir bû. Ji ber kêmaniya dowîzan, kirîna ji derve sekiniye. Li gel vê yekê tunebûna zibil jî bandoreke neyînî li kampanyaya nû dike ku meha derbasbûyî dest pê kir. Srî Lanka ku rastî hilweşînek aborî ya nedîtî hatîye, piştî ku nekarî 51 mîlyar dolar deynê xwe yê derve bide, ji IMFyê jî daxwaza alîkariyê kir.

Welatê ku ji 22 mîlyon mirovî pêk tê, di Gulanê de Ranil Wickremesinghe, ku di heman demê de berpirsê wezareta darayî bû, wek serokwezîrê nû hat erkdarkirin.

Ji ber meha borî di çalakiya protestoyî ku tê de 9 kes jiyana xwe ji dest dabû Mahînda Rajapoksa neçar ma ku dev ji wezîfeya xwe berde.