Li Somaliyê çeteyan êrîşê baregeheke leşkerî kirin

Hate gotin ku çeteyên El Şebab li Somaliyê êrîşî baregehek leşkerî kir ku di encamê de herî kêm 30 kes mir û 40 kes jî birîndar bûn.

Li herêma nîv otonom a Galbûdûgê ku dikeve navenda Somaliyê çeteyê El Şebab êrîşî baregehek leşkerî kirin ku di encama êrîşê de 30 kes mirin û 40 jî birîndar bûne.

Çavkaniyek leşkerî bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyan bi 2 wesayîtên bombekirî êrîşî baregeha leşkerî ya Wîsîlê kirine û piştre jî şer dest pê kiriye.

Tê gotin ku di pevçûnan de 30 kes mirin ku ji wan 17 leşker û 13 jî xelkê sivîl bûne.

 Hikumeta Somalî jî ragihand ku wan 41 çeteyên El Şebab kuştine.

El Şebabê jî daxuyanî da û diyar kir ku wan 30 leşker kuştine û nêzî 40 leşker jî birîndar kirine.