Li San Francîsco cara pêşî ye ku jineke reşik dibe şaredar

Li bajarê San Francîsco yê DYA’yê cara pêşî jineke reşik dibe şaredar.

Li San Francîscoyê, ku di dest demokratan de ye, Şaredar London Breed li bajêr, ku spî û hîspanîk lê xurt in kampanyaya xwe kir. Breed di kampanyaya xwe de krîza avahiyan û rewşa kesên bê mal da pêş.

Rojnameya xwecih a San Francîscoyê Chrornîcle got ev hilbijartinên li San Francîscoyê ku jiyan lê pir bihaye ye, bûye dîrok. Rojnameyê got San Farncîscoyê piraniya reşikên ‘çîna navîn’ qewirandinye û îro ev reşik 5 ji 100’î yê nifûsê temsil dikin.

Breed di axaftina serketinê de got, ‘’Hûn ji kûderê hatibin jî, we di jiyanê de biryar li ser çi dabe jî, hûn dikarin her tiştî bikin.’’ London Breed ku weke keseke nerm tê zanîn, di kapmanyayê de ji fîgûrên Sîlîcon Valleyê alîkariya darayî stand. Breed ne bi ser yek partiyê ve ye.

Rikberê şaredara nû Marc Leno got, ‘’Ew jineke pir ciwan e. Wê karekî pir baş bike û ji bo wê wê em başiyê dixwazin, ji ber ku, serkefitna wê serkeftina San Francîsco ye.’’

Marc Leno şaredarê pêşî yê hevzayend ê San Francîscoyê bû. Ev bajar di têkoşîna mafan a hevzayendan de yek ji bajarê sembol e.

San Francîsco ku bi pêşverûtiya xwe tê zanîn, li dijî polîtîkayên dijî koçberan ên Donald Trûmp jî yek ji keleha muxalefetê ye. Ev bajar her wiha yek ji pêşengê têkoşîna ekolojîk e. Cara pêşî ye ku li bajarekî mezin ê mîna San Francîscoyê jineke reşik dibe şaredar.

Meha bihurî, li New-Orleansê, ku nifûsa wê 60 ji 100’î reşik e, cara pêşî jineke reşik a bi navê LaToya Cantrell bûbû şaredar.