Li Salvadorê di sê mehan de 42 hezar çete hatin destgîrkirin

Ji dema ku hikûmeta Salvadorê 3 meh berê 'şerê li dijî çeteyan' îlan kir heya niha nêzî 42 hezar endamên komên çete hatin destgîrkirin.

Serdozger Rodolfo Delgado ragihand ku di çerçoveya operasyonê de ku dawiya Adarê destpê kir, heta roja Pêncşemê 41 hezar û 846 kes hatein destgîrkirin.

Delgado ji televîzyona "Kanala 10" re axivî û diyar kir ku ji wan 33 hezar û 258 kes bi biryara girtinê ya 6 mehan, 8 hezar û 588 jî li benda rûniştina yekemîn in û 456 kes jî ji ber “ne girêdayî çeteyane” hatine berdan. Dema girtinê ya şeş mehan li Salvador dikare paşê dîsa were dirêj kirin.

Di delîlên dijî gumanbaran de deqên li ser laşê wan hene. Deqên navborî ji aliyê endamên çeteya "mara"yê ve tên çêkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê, zêdeyî hezar wesayît, 821 çek, 8 hezar û 994 telefonên destan û 1,5 milyon dolar pere ku tê texmînkirin bi "pereyên qirêj" û bi taybetî jî bi îxracatê hatine kirîn, hatine desteserkirin.

Du çeteyên sereke yên pereyan Mara Salvatrucha (MS-13) û Barrio 18’mîn, derdora 70,000 endamên wan hene. Lê Serok Nayib Bukele dibêje ku ew ê Salvadorê ji welatê ku herî zêde rêjeyên tawanên bê-nakok lê hene derxîne.

Piştî 87 cînayetên di dawiya meha Adarê de Serokkomar Rewşa Awarte îlan kir û rê da polîs û leşkeran ku çeteyan bigrin.

Serokkomarê 40 salî her çend ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên di têkoşîna li dijî çeteyan de tên kirin bi tundî tê rexnekirin jî, populerbûna wî li welat gihiştiye asta herî jor.

Ji aliyekî ve li dijî çeteyan “şer” tê ragihandin, li aliyê din jî delîlên têkiliyên xeternak ên di navbera rêveberiya Bukele û çeteyan jî hene.

Piştî ku di navbera 25 û 27'ê Adarê de 87 cînayet hatin kirin, malpera nûçeyan a El Faro ya Salvadorê qeydên deng ên danûstandinên di navbera hikûmetê û çeteyên Mara Salvatrucha-13 de weşand.

Endamekî çeteyan diyar kiribû ku ji ber ku hikûmetê "tiştê ku tê xwestin bike nekiriye" peyman têk çû.

El Faro her wiha eşkere kir ku di navbera salên 2020 û 2021'an de di navbera hikûmetê û sê komên çete yên sereke de ji bo kêmkirina rêjeya kuştinê lihevkirinek çêbûye.