Li Rûsyayê li akademiyeke leşkerî teqîn: 4 leşker birîndar bûn

Li St. Petersbûrgê ya rojavayê bakurê Rûsyayê li akademiyeke girîng teqînek çêbû û 4 leşker birîndar bûn.

Li gorî nûçeya RIA-Novastî ku xwe spartiye ajanseke ku navê wê nedaye di teqînê 4 xwendekar birîndar bûn. Ajansa nûçeyan TASS û Interfaxê jî ragihand 4 leşker birîndar bûne.

Bi fermî ti bîlanço nedaye dayin, derbarê sedema teqînê jî ti daxuyanî nehate dayin.

Li gorî medayayê teqîn yek li saziyeke girîng a leşkerî, li akademiya leşkerî û fezayê ya Mojaykovskî pêk hat.