Li Rîoyê ji ber barana zêde herî kêm 11 kes mirin

Ji ber barana zêde ya sibeha Yekşemê li Janeîro ya bajarê Rîo ya Brezîlyayê, herî kêm 11 kes mirin û jinek winda bû.

Bûyerên mirin piranî li herêmên bakurê Rîoyê û li şaredariyên derdorê yên li herêma metropolê rû dan. Hat zanîn ku piranî kesên mirine, di encama şemitîna axê, xeniqîn an jî ceyranê pêk hatine. Hat ragihandin ku jinek jî winda ye.

Di 24 saetên dawî de li hin deverên bajêr ku "Rewşa Awarte" lê hatiye îlankirin bi giştî 200 mm baran barî. Ev mîqdar ji ya ku di tevahiya meha Çile de tê hêvî kirin zêdetir e.

Li hin noqteyên kolanên sereke yên li bajêr av gihiştin kaportayên wesayîtan. Kolan tevahî şevê girtî ma.

Koma agirkujiyê ya Rîoyê, diyar kir ku ji bo xebatên rizgarkirinê 200 personal tevlî alîkariyê bûne.

Wezîrê Pêşvebirina Herêmê Waldez Goes jî li ser X’ê daxuyanî da û got, “Li gorî fermana Serok Lula, em bi serokê şaredariyê Eduardo Paes re ji bo garantiya desteka tam a hikûmeta federal a ji bo nifûsa ku ji barana zêde bandor bûye, tevdigerin."

Roja Yekşemê Eduardo Paes, ji bo di xebatê rizgarkirinê de astengî çênebe û jiyana wan nekeve xeteriyê, gelê herêmê hişyar kir rêwîtiyê nekin.

Navenda Neteweyî ya Şopandin û Hişyarkirina Karesatên Xwezayî, ji ber rîska 'gelekî zêde' ya şemitîna erd a li 8 şaredariyên li eyaleta Rîoyê hişyarî da.