Li Qudsê rûdan didomin: Gelek kes birîndar in

Van rojên dawî ji ber rageşiya di navbeyna Yahûdî û Ereban de, di rûdanan de yên li rojhilatê Qudsê gelek kes birîndar bûn.

Li Qudsa Rojhilat ku piranî Filistînî lê dijîn di çalakiyê de ya ku tevgera Yahûdî Lahava organîze kiribû, diyar bû ku ciwanên Ereb jî çalakiyek dijberî vê organîze kirine. Tê diyarkirin dema du çalakiyên cuda ku li têketa bajarê berê çûbûne polîs û xwepêşandêrên Filistînî pev ketin.

Li gorî Heyva Sor a Filistînî bi kêmanî ciwanên Filistînî birîndar bûne.

Polîsên Israîlî jî ragihandin ku bi kêmanî polîsek birîndar bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin wê hurmet li xwepêşandaanan û azadiya ramanê were nîşan dan lê mudahele li 'her cure çalakiyên tundrew' were kirin û xwepêşandêr sûcdar kirin.

Tê zanîn ku hin rûdanên roja Çarşemê li Qudsê ev xwepêşandan bi xwe re anîne. Di vîdeoyan de ku di meyda û torên civakî de hatiye parvekirin, ciwanên Yahûdî ku li navenda Qudsê li bazirganexanan êrîş tînin û dibêjin, ''Ji Ereban re mirin''

Wê gavê di peyvketinan de ji du gelan bi kêmanî 70 kes hatibûn destgîrkirin, dema destgîrkirinê ya van kesan hatibû dirêjkirin.