Li Qahîrê hevdîtinên El Fetîh-Hemas destpê kirin

Rêxistinên Filistînî piştî 15 salan û şûnde bi armanca hilbijartina yekem organîze bikin li paytexta Misirê Qahîrê dest bi hevdîtinan kirin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Misrê, bi pêşengtiya Serokkomarê Misrê Abdûl Fettah El Sîssî hevdîtinên ku hemû rêxistinên Filistînî tevlîbibin destpê kirin.

Bi giştî 14 rêxistinên Filistînî tevlî diyalogê dibin. Di nîqaşnên ku tevgerên rikber ên El Fetîh û Hemas jî cih digirin de, dixwazin astengiyên li pêşiya hilbijartinên giştî ku li bendê ne meha Gulanê bê kirin û dîsa hilbijartina serokatiyê ya ku tê pêşbînîkirin ku wê meha Tîrmehê bên kirin, rakin.

Di nava mijarên esasî yên hevdîtinê de jî li gel sîstema ewlekariyê û rewşa hilbijartina Rojhilatê Qudis a ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye jî heye.

Li gel van hevdîtinan li Wezaretên Karê Derve ya Yekîtiya Ereban wê li ser pirsgirêka Filistînê li Qahîrê vê Duşemê bicivin.

Di hilbijartina herî dawî ya 2006’an li Filistînê hatibû kirin bi serketina Hamasê bi encam bûbû. Ev encam ji aliyê El Fetîh ve hatibû redkirin. Di encama şerê navbera herdu aliyan de, di navber du Filistîn û du rêveberiyan de parçebûn pêk hatibû.

Rêveberiya Dilistînb ku di bin kontrola El Fetîh a ku serkêşiya wê Mahmûd Abbas dikir  de, xwe li Şerîda Rojava bicih kir. Li vê herêma di bin dagirkeriya Îsraîlê de bû, 2,8 milyon Filistînî dijîn.

Li Şerîda Xeze ku 2 milyon nifûs lê heye ku di bin kontrola Hemasê de ye, di bin dorpêça Îsraîlê de ye.