Li Perûyê erd şemitî: Herî kêm 15 kes winda bûn
Hate ragihandin ku li gundekî li bakurê Perûyê, ji ber hezazê herî kêm 15 kes winda bûne.
Hate ragihandin ku li gundekî li bakurê Perûyê, ji ber hezazê herî kêm 15 kes winda bûne.
Li gundê Retamasê ku li quntara girekî li herêma Libertadê ye, 15'ê Adarê bi dehan mal di encama hezazê de hilweşiyan.
Wezîrê Parastinê Jose Gavidia diyar kir ku herî kêm 15 heta 20 kesî winda ne. Li gorî rayedarên xwecihî di nava windahiyan de 3 zarok jî hene. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.
Di dîmenan de yên ku li tevna medya dîjîtal hatin weşandin, bi dehan mal di bin axê de dimînin.
Gundê Retamasê ku bi giranî malbatên karkerên kanên madenê lê ne, li qada welê ye ku çûn û hatin zehmet e. Bi 16 saetan dûrî paytexta herêmî Trujillo ye.