Li peravên Lubnanê keştiyek noqî binê avê bû
Li peravên Lubnanê, keştiyek ku 60 kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Di encamê de herî kêm zarokekî jiyana xwe ji dest da, derdora 40 kes hatin rizgarkirin.
Li peravên Lubnanê, keştiyek ku 60 kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Di encamê de herî kêm zarokekî jiyana xwe ji dest da, derdora 40 kes hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Xaça Sor a Lubnanê ve hate dayin, li peravên Lubnanê keştiyek ku 60 kes tê de bûn, noqî binê avê bû.
Xaça Sor diyar kir ku heft ambûlans ji bendergeha Trablûsşamê ya li bakurê welêt hatine şandin.
Agahî nehate dayin ku rêwiyên keştiyê koçber in yan na.
Wezîrê Ragihandinê diyar kir ku zarokekî jiyana xwe ji dest da, 40 kes jî hatin rizgarkirin.
Piraniya kesên ku hewl didin bi rêya deryayî Lubnanê biterikînin Sûriyeyî ne. Lê belê ji ber krîza giran a aboriyê û krîza siyasî welatiyên Lubnanê jî hewl didin welêt biterikînin.
Di nava du salên dawî de hêza aboriyê ya Lubnaniyan têk çû, qîmetê pereyê vî welatî di asta ji sedî 95 de kêm bû.
Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2021'ê de di navbera mehên Çile û Mijdarê de 186 jê Lubnanî herî kêm 1570 kesî bi rêya deryayê welat terikandin an jî hewl dan biterikînin.
Piranî hewl didin xwe bigihînin Qibrisê ku bi 175 kîlometreyî dûr e û endamê Yekîtiya Ewropayê ye.