Li Parîsê seyareyeke tijî teqemenî hate dîtin
Li Banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, di parka navendeke bazirganî de seyareke tijî teqîmenî hate dîtin.
Li Banliyoya Sarcelles a paytexta Fransa Parîsê, di parka navendeke bazirganî de seyareke tijî teqîmenî hate dîtin.
Li gorî lêpirsîna di derbarê bûyerê de hatî kirin, seyare êvara Sêşemê hatiye dîtin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî kesên lêpirsînê dimeşînin dayî, saet 16.40, dema ku jenderme lêgerîneke rutîn pêk dianî seyareyek ji venêrînê re derbas nebûye û berê xwe daye ber bi Sarcellesê.
Bi şopandina ku piştre polês jî beşdar bûyî, hatiye peyîtyandin ku seyareya bi modela Renault Laguna ketiye parka navendeke bazirganî û ajokar jê reviyaye. Hate ragihandin ku di nava seyarê de teqemenî hatiye dîtin.
Derdora bûyerê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat dorpêçkirin û ekîbên pispor ên teqîmeniyê hatine cihê bûyerê. Lê belê dozgeriyê hê eşkere nekiriye ka ev êrîş kû derê armanc dike.