Li Parîsê gaz teqiya

Li paytexta Fransa Parîsê vê sibê ji ber tengavbûna gazê teqînek pêk hat û 2 agirkuj mirin. Çavkaniyên Fransayê ragihandin ku 3 jê bi giranî 10 kes di beşa lezgîn de tê ragirtin û bi giştî tedawiya 39 kesan tê kirin.

Li Rûe de Trévîsê di firinekê de ji ber bêhna gazê tîmên agirkujê ji bo mudaxeleyê çûn cihê bûyerê û li cihê şewatê ji ber tengavbûna gazê teqîn çêbû. Di teqînê de 2 agirkuj mirin, 3 jê bi giran 10 kes di beşa lezgîn û bi giştî 39 kes tên dermankirin.

Rayedaran ragihandin ku ji birîndaran rewşa 3 kesan giran e. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de gelek agirkuj hene.

Serdozgerê Komarê yê Parîsê têkildarî teqînê daxuyaniyî da û ragihandin ku ji ber gazê teqîn pêk hatiye.

Şefê agirkûjan Erîc Moûlîn ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku agirkujek 2 saetan di nava enkazê de maye. Moûlîn got di teqînê de 2 agirkuj mirin, 10 kes birîndar bûn û rewşa 3’an giran e.

Hate ragihandin ku 39 kes jî birîndar bûne.