Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin 28 jî birîndar bûn

Li Pakistanê li paytexta eyaleta Belûcistan Qûettayê li dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û herî kêm 28 kes jî birîndar bûn.

Li Pakîstanê li paytexta eyaleta Belûcistan Qûettayê li dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Şefê polîsan Abdûr Rezzaq Cheema ku ji AFP’ê re axivî û got herî kêm 2 kîlo teqemenî hatiye bikaranîn.

Çavkaniyên nexweşxaneyê jî agahiya têkildarî hejmara kuştî û birîndaran piştrast kir.