Li Nîkaragûayê 8 kesên din hatin kuştin

Li paytexta Nîkaragûa Managûayê 8 kesên din hatin kuştin. Nêzî du meh in li dijî hikumetê çalakiyên protestoyî têne lidarxistin û hejmara mirovên di van çalakiyan de hatin kuştin gihîşt 178 kesî.

Li Nîkaragûayê di xwepêşandanên protestokirina hikumetê de doh jî 8 kes hatin kuştin. Hejmara mirovên heta niha hatine kuştin gihîşt 178 kesî.

Doh 6 kes ji malbatekê hatin kuştin. Hate ragihandin ku molotofek avêtine malekê û ji ber şewata li malê derket 6 kes mirin. Du kes jî dema bendên li kolanekê radikirin bi êrîşa çekdarî hatin kuştin.

Ji bo yek ji lehengên şoreşa Nîkaragûayê Danîel Ortega yê 72 salî biçe, mûxalefet du meh in çalakiyan li dar dixe.

Hikumet û mûxalefetê pêr li hev kirin ku ji bo şopandina bûyerên li Nîkaragûayê rû didin, destûr ji lêkolîna çavdêrên mafên mirovan re bê dayin.

Di berdêla vê lihevkirinê de hikumet dixwaze ji bo rakirina bendên li ser rê planek bê amadekirin.

Li Nîkaragûayê ji 18'ê Nîsanê û vir ve li dijî polîtîkaya ewlekariya civakî çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.